Şeyma Caf: Hebûna jinan di her pîşeyê de tê wateya hebûna jiyanê
Rojnamevan Şeyma Caf got ku di dema êrîşa DAIŞ'ê de bi tena serê xwe çûye eniyên pêş ên li Xazirê û got ku divê jin baweriya xwe bi şiyanên xwe bînin.
HÊVÎ SALAH
Silêmanî – Di havîna 2014’an de, dema ku herêm rastî yek ji serdemên herî tarî yên dîroka xwe hat, rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bi lezeke mezin Mûsil girt û piştre jî êrîşî Şengalê kir. Ev êrîş ne tenê wêrankirina bajaran bû; di heman demê de gefeke li ser hebûn, ewlehî û destkeftiyên gelê me bû. Di vê atmosfera tirs û bêewlehiyê de, dema ku gelek kesan nikaribû gav bavêta, rojnamevana jin Şeyma Caf sînorên tirsê derbas kir û bû dengê berxwedanê.
Şeyma Caf ku di wê demê de wekî yek ji rojnamevanên jin ên pêşîn li Başûrê Kurdistanê dixebitî, xwe avêt nav agirê şer. Wê mîkrofona xwe ya li eniya pêş veguherand amrazeke bingehîn ji bo ragihandina rastiyê, ragihandina êşa koçberan û nîşandana wêrekiya şervanan. Hebûna wê di eniyên şer de ne tenê ji bo şopandina nûçeyan bû, di heman demê de helwesteke bi biryar a li dijî tarîtiyê û tomarkirina rûpelekî girîng ê dîroka berxwedanê bû.
Piştî hatina DAIŞ’ê rojnamegerî çawa dihat kirin?
Ew serdem ji bo rojnamevaneke jin, bi taybetî jî ji bo min pir cuda bû. Ji bilî hatina DAIŞ’ê û gefên li ser Başûr, gelek faktorên din jî hebûn ku bandor li ser karê me kirin. Dema ku DAIŞ’ê Mûsil girt û berê xwe da Şengalê, karesateke mezin a mirovî û koçberiyeke bê wêne çêbû. Ez wê demê peyamnêra NRT’yê bûm. Êrîş zêde bûn, çimkî DAIŞ nêzî gundên Xirîstiyan û Kakayiyan dibû. Wê demê tu dezgeheke medyayê an rojnamevanek ji bo rastiya şer amade nebû; tu kesî perwerdeyeke taybetî negirtibû.
Dema ku min biryar da biçim eniyên pêş, hinek rêveberan ev qebûl kirin lê hinek li dijî derketin; hinek ji wan ditirsiyan û hinekan jî baweriya xwe bi hêza jinan nedianî. Lê min dev ji biryara xwe berneda. Wê demê ez yekane nûçegihana jin bûm ku di qada siyasî û nûçeyên giran de dixebitî. Meseleya neteweyî weke zarokekî di hundirê min de mezin dibû, ev yek ji wan sedeman bû ku ez di biryara xwe de bi îsrar bim. Di destpêkê de, dayîka min pir ditirsiya ji ber ku di malbata min de kesek hebû ku ji bo welat şehîd bûbû. Lê gava ez diçûm û dihatim, wê dest pê kir ku bi min serbilind be û li her derê digot, 'Ev keça min e.'"
Parastina rûmeta gel û ragihandina rastiyan li eniyên pêş
Sê roj di ser bûyerên Şengalê re derbas bûbûn. Di nava xelkê de tirsek belav bûbû gotegot belav dibûn digotin ku Hewler hatiye valakirin. Wê şevê, me ji pêşiya Keleha Hewlerê weşanek zindî kir. Sibeha din, me ji navenda bajêr weşanek din a zindî kir.
Piştî ku weşan bi dawî bû, min ji hevkarên xwe re got; "Ev bi tevahî berpirsiyariya min e; em herin Eniya Hazir." Kanal ji vê yekê haydar nebû lê hevalên min ên tîmê razî bûn. Piştî ku ez gihîştim eniyê, min agahî da kanalê. Li wir, min bi fermandar û şervanên Pêşmerge re hevpeyvîn kir, hewl da ku ez bibim dengê wan.
Dema em vegeriyan, hem kanal û hem jî raya giştî bi eleqeyek mezin pêşwaziya me kirin. Lê belê ez ê qet tiştê ku min li Xazir dît ji bîr nekim. Min şert û mercên pir dijwar ên ku Pêşmergeyan tê de şer dikirin dît.
Em nêzî du saetan li eniya şer man. Piştre yek ji fermandaran ji me re got ku divê em herêmê biterikînin ji ber ku em benda êrîşek dijwar in. Demek kurt piştî em çûn, êrîş bi rastî jî qewimî û gelek Pêşmerge hatin kuştin an jî birîndar bûn.
Nûçegihanên li Hewlerê tenê dikaribûn pêşketinan ji dûr ve bişopînin. Lê yên Duhokê nêzî Şengalê dixebitîn. Em bi piranî bi koçberên ku gihîştin Hewlêrê re diciviyan û me çîrokên wan tomar dikirin.
Dema ku ez li wêneyên di wê demê de hatine kişandin dinêrim, dibînim ku zarok dikenin. Cilên wan rengîn bûn û min her dem digot; "Gelê Kurd ji jiyanê pir hez dike." Kes nikare xewnên wan ji wan bistîne.
Her wiha dixwazim bi taybetî behs bikim ku beriya min rojnamevaneke jin hebû, rojnamevana Ronahî TV, li Şengalê dixebitî. Ez naxwazim hewldanên kesî paşguh bikim. Lê belê ez yekem peyamnêra jin a ji Başûrê Kurdistanê bûm ku çûm eniyên şer.
Kes nikare dîroka kesekî din desteser bike yan biguherîne. Piştî 12 salan, tenê ji bo bidestxistina bêtir ecibandin an dîtinan, hewldana îdiakirina xebata kesekî din xelet e.
Di wê demê de, ez bi berdewamî bi hêzên Pêşmerge re di têkiliyê de bûm. Rojekê, yek ji fermandaran ji min re got; "Ez difikirim ku te mirin hilbijartiye."
Di serdana Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê de, nîqaşek li ser beşdarbûna Pêşmerge di şer de hebû. Ez yekem rojnamevan bûm min ev biryar ji raya giştî re ragihandibû. Min ji saet heftê sibehê heta şeşê êvarê ji eniyên şer bênavber weşan dikir.
‘Li ku derê jin hebin jiyan jî heye’
Îro, jin di gelek waran de xuya dibin. Ez her tim dibêjim: "Li ku derê jin hebin, jiyan jî heye."
Ez bawer dikim ku dirûşma "Jin Jiyan Azadî" rê li ber jinan vekiriye. Bêguman, hê jî pirsgirêk hene. Mixabin, hinek dezgehên medyayê jinan tenê wekî riyek ji bo zêdekirina rêjeyan an temaşevanan dibînin. Lê belê tevî vê yekê, gelek jin hene ku bi mafdarî rojnamegeriyê dikin, nûçeyan çêdikin û gotaran dinivîsin.
Girîng e ku meriv ji bîr neke ku li Rojhilata Navîn, zihniyeta ku serdestiya mêran heye hîn jî bi hêsanî qebûl nake ku jin li kêleka mêran bixebitin. Tevî vê yekê, ez her gav li kêleka jinan rawestiyam û ez ê berdewam bikim.
Ji jinên ciwan ên ku nû dest bi xebata medyayê dikin re, ez dibêjim bila wêrek bin, netirsin. Di riya serkeftinê de, fêr bibin ku dema pêwîst be bibêjin "na", li şûna ku her gav bibêjin "erê." Baweriya xwe bi xwe bînin û nehêlin kes we sînordar bike.